WWF: Li Ewropa sedemê zuhabûna avê rêveberiya şaş e

2023’ê ji bo cîhan yek ji rastiya metirsîdar a guherîna avhewayê di gelek waran de derxist pêş.
Zuhabûna li cîhanê, bi xwere careke din rojeva rêvberiya şaş û çareseriya ji pirsgirêkê re anî.
Rêxistina Wexfa Parastina Hawirdorê ya Cîhanê ji sedema zuhabûna li Ewropa rêveberiya şaş berpirs nîşan da.
Rêxistinê cîbicîkirina qaîdeyên yekîtiyê rexne kir.

Di lêkolîna ku ji aliyê Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF), ve li ser bikaranîn û birêvebirina çavkaniyên avê yên li Ewropayê hatiye kirin, encamên tirsnak hatin bidestxistin.

Di rapora ku li gorî encamên lêkolînê hat amadekirin de, hat destnîşankirin ku li Ewropayê hema bêje li her derê avhewa bi asteke girîng hatin zuhakirin.

Çavkaniyên çem hatin çikandin û avên wan derbasî qenalên din bûn, li ser wan bendav hatin çêkirin û herêmên ku avên bin erdê dikarin jinûve nû bibin hatin xerakirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê WWF ve hat dayîn de ev rexne hatin kirin:

“Ji xeynî vana ji bo çandiniyê aveke neqanûnî û di çêkirina santralên hîdroelektirîkê de jî pêkanînên bêberpirsiyarî hene.”

Li gorî nivîskarên raporê, mijarên navborî, ji bilî ziwabûna ji ber krîza avhewayê, bi awayekî cidî pirsgirêka avê li Ewropayê derdixe holê.

Di raporê de her wiha mînakên cuda yên rêveberiya nebaş û bikaranîna neqanûnî ya avê li Ewropayê cih girt.

Di vê çarçoveyê de di raporê de hat destnîşankirin ku li Spanya û Hollandayê ji bo çandiniyê vexwarina avê ya neqanûnî, zêde û di hin rewşan de bê kontrol hatiye kirin.

Hat ragihandin ku rezervên avê yên ku ji bo çandiniyê tên bikaranîn li Fransayê bi awayekî neqanûnî hatine dagirtin û xebitandin.

Li Bûlgarîstanê bê ku girîngiya ava diherike ji bo mirov û xwezayê li ber çava were girtin, santralên hîdroelektrîkê hatine çêkirin.

Ev yek jî weke mînaka rêveberiya nebaş a avê hat nîşandan.

Li aliyê din WWF’ê diyar kir ku hikûmetên Ewropayê qanûnên heyî yên weke Rêbernameya Çarçoveya Avê bi cih neanîne û diyar kir ku ev yek ji bo Almanyayê jî derbasdar e.

Tevî vê, nebûna tedbîrên bi bandor ji bo lihevanîna bi guherîna avhewa re, di nav rexneyan de bû.

Back to top button