RUSYA: YPG XWE LI SER SÎNOR KIŞAND

150 saetên ku di mutabaqada Soçî ya di navbera Serokomarê dewleta Tirk Tayîp Erdogan û Serokê Rusyayê Vladimir Putîn de ji bo paşve kişîna YPG’ê hatibû diyarkirin îro di saet şeş an de bi dawî bû.
Nîv saet beriya ku ev dem biqede Rusya ragihand ku plana paşvekişandinê zûtirîn demê de pêk hat û qediyaye.

Wezîrê Parastinê yê Rusyayê Sergey Şoygu ragihand ku QSD’ê li gor li hevkirina Soçî ya ku 30 km paşve bikişîne tevgeriya ye û xwe li ser sînor kişandiye.

Çend roj berê jî QSD’ê ragihand ku ew biştên ku li ser hin xalên mutabaqada soçî bi rusyayê re nîqaşkirine û ji bo parastina gelên xwe ewê xwe 30 km paşvebikişînin.

Leave a Reply

Back to top button