Li Qibrisê maseya berhevkirina îmzeyan hate danîn

Meclisa Gel ya Kurd li bajarê Lîmasol ê Qibrisê ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsta terorê maseya îmzeyan vekir.

Di çalakiyê de pankartên ku wêneyên PKK’ê û Rêber Ocalan li ser wan heyî hatin hilgirtin û belavok hatin belavkirin.

Derbarê kampanyayê de daxuyaniyek ji aliyê siyasetmedarê Kurd Kamil Akal ve hat dayîn.

Kamil Akal destnîşan kir ku PKK ji bo gelên li Rojhilata Navîn, yekane çavkaniya hêviyê ye û wiha got: “Hemû dost û dijmin dizanin ku felsefeya Rêber Apo dikare hemû pirsgirêkên civakê çareser bike.

PKK ne rêxistineke terorîst e, lê belê tevgereke ku îro li dijî rêxistinên terorê yên ji aliyê hêzên serdest hatine afirandin şer dike.

PKK îradeya bi milyonan e, dem hatiye ku êdî demildest dev ji helwesta xwe berdin û PKK’ê ji lîsteya terorê derxin

Hate diyarkirin ku zêdeyî 1221 îmze hatine komkirin.

Back to top button