Êrişên dagirkeran yên li ser herêmê bê navber dewam dikin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Mielek û rêya M4 ên navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran careke din topbaran kir. Di van êrişên dawiyê de jî 11 malên welatiyan wêran bûn.
Ji Şehba yê heta Til Temir û Zirganê êrişên li ser herêmê dewam dikin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di rojên dawîn de, bi dijwarî êrişî navçeya Eyn Îsa, gundewarên Girê Spî û rêya M4 dikin..
Hema bêje rojane êrişên bi çekên giran pêk tên û herêm tê topbarankirin..
Bi balafirên keşfê jî herêm tê bombebarankirin û welatî tên hedefgirtin..
Berî sê rojan li gundewarên Dirbêsiyê yên rojava, di encama bombebaranê de 3 welatî birîndar bûn..
Her wiha duh û îro jî gundên Seyda, Melek, El- Cedîdê, Muşêrefê, Hewalek, Um Hoş, Erîda û rêya M4 ya navneteweyî ji baregeha dewleta Tirk a dagirker a li gundê Kermazat û baregehên li nêzî rêya M4 hatin topbarankirin..
Li gorî Nivîsgeha Belgekirina Binpêkirinan a meclisa navçeya Girê Spî, di encama topbarana herî dawî de, 11 mal wêran bûne.
Ji rêveberên Nivîsgeha Belgekirina Binpêkirinan Fatêh Kardo li ser encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hişyarî da û bang li civaka navneteweyî kir…
Her wiha Fatêh bang li garantorên agirbesta 2019’an, Rûsya jî kir ku rê li van êrişan bigre…
Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve û heta niha li gundên li eniyên şer ên Girê Spî, 124 mal hatin wêrankirin.



