Birîndareke din a teqîna Qamişlo şehîd bû

Zarokê bi navê Nûbar Hec Îbrahîm ku di teqîna bajarê Qamişlo ya 11 Mijdarê de birîndar bûbû, vê sibê şehîd bû. Hejmara şehîdên ji ber teqîna Qamişlo gihaşt 5’an

Di 11 Mijdarê de li kolana Wihdê ya bajarê Qamişlo rêzeteqîn pêk hatin. Di encamê de 3 sivîl şehîd bûn. Navên sivîlan wiha ne; Xalid Mehmûd Ehmed, nûçegihanên Şaredariya Qamişlo Zozan Şêxo û Medîna Hisên.

Her wiha zêdetirî 40 sivîl jî birîndar bûn û 3 ji wan rakirin nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê.

Di 13 Mijdarê de Amir El-Elî ku ew rakiribûn nexweşxaneyên Başûr, şehîd bibû.

Li gorî agahiyên malbatê diyar kirine, zarokê bi navê Nûbar Hec Îbrahîmê 14 salî vê sibê li nexweşxaneyeke Başûrê Kurdistanê de şehîd bû. Tê pêşbînkirin ku cenaze li bajarê Qamişlo li goristana şehîdan were oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button