MURAD KARAYILAN: FERMANÊN RÊBER OCALN JI BO GERÎLA Û TEVGERÊ ESAS IN

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan derbarê peyama Rêber Ocalan de axivî:
Karayilan peyama rêber Ocalan bi girîng bi nav kir û diyar kir ku fermanên Rêber Ocalan ji bo tevger û gerîla esas in.

 

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan tevlî bernameyeke Stêrk TV bû û peyama Rêber Ocalan a dawî nirxand.

Murat Karayîlan peyama dawî ya rêber Ocalan bi gelekî girîng bi nav kir û got:

Banga çareseriyê ne tenê ji bo gelê Bakurê Kurdistanê ye.

Lê ji bo statuya tevahiya gelê Kurd e.

Li herêmê pêwîstiya Kurdan bi cihekî azad heye.

Karayîlan bi bîr xist ku dewleta Tirk heta niha Kurdên nava xwe de qebûl nekiriye û got:

Eger dewlet wan qebûl neke, wê her tim li ser Kurdên derveyî sînorê Tirkiyê bi gef be.

Lazime dewleta Tirk heqîqeta Kurd qebûl bike.

Niha rejîma AKP-MHP-Ergenekon dixwaze koka Kurdan rake.

Dibêjin ‘Kurd ne milet in, hinek eşîr in, hinek li holê mane.

Lê yên li gel me Tirk in’. Ji bo nas neke, ji bo bihelîne vê yekê dike.

Yanî dewleta Tirk ji siyaseta helandinê dest bernedaye.

Eger dest jê berde em ê wê demê bi rêya diyalogê karibin çareser bikin.

Niha Rêber Apo di nava vê hewldanê de ye. Hewldanên cidî nîşan dide ku ev dewlet hebûna Kurdan qebûl bike.

Bi heqîqî qebûl bike, ku zanibe bi van rêbazên tundî, şîdetê, kuştinê ev doz çareser nabe. Niha dixwaze bi dewletê bide fêhmkirin.

Ger ku dewleta Tirk heqîqeta Kurd qebul bike fermana Rêber Ocalan ji bo tevgerê û gêrîla esas e.

Leave a Reply

Back to top button