Rêvebriya Xweser, TEV-DEM û PYD’ê Newroz pîroz kirin

Bi boneya Cejna Newrozê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, TEV-DEM û PYD’ê peyamên pîrozbahiyê belav kirin û Newroz li gelê Kurd pîroz kirin. Di daxuyaniyan de hat diyar kirin ku wê Newroza 2020’an bibe bingeha rizgariya herêmên dagirkirî. Her wiha bang li gel hat kirin ku Newroza îsal li gorî perspektîfên Rêveberiya Xweser pîroz bikin.

 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peyameke nivîskî cejna Newroz li gelê kurd pîroz kir.

Rêveberiya Xweser soza xwe bi şopandina li ser rêya dad, azadî û têkoşîna li dijî stemkarî û zordariyê ya ku vedigere hezar salan, nû kir.

Rêveberiyê bi vê boneya dîrokî teqeziya li ser pêwistiya diyaloga di navbera gelê Sûriyê de kir.

Her wiha rejîma Sûriyê vexwendî diyaloga biencam li ser esasê berjewendiyên Sûrî û gelê wê kir.

Rêveberiya Xweser di dawiyê de hêvî kir ku gel asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin.

 

TEV-DEM: Wê Newroza 2020’an bibe bingeha rizgariya herêmên dagirkirî

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî bi daxuyaniyekê cejina Newrozê li gelên Kurdistanê û gelên mezopotamya pîroz kir.

Cejna Newrozê ji çiyayan bigire û heta di girtîgehan, bajaran û hemû qadên seranserî Kurdistanê û cîhanê derbikeve tê pîrozkirin.

TEV-DEM’ê diyar kir ku wê Newroza 2020’an bibe bingeha rizgariya herêmên dagirkirî.

TEV-DEM’ê banga parastina ji vîrusa Coronayê kir û got,

Divê gelê me îsal li gorî perspektîfên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev bigerin.

 

PYD’ê: Em ê bi rihê Newrozê dagirkeriyê têk bibin

Her wiha Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî bi daxuyaniyekê Newroza 2020’an li tevahiya gelê kurd pîroz kir.

PYD’ê anî ziman ku ew ê bi rihê Newrozê dagirkeriyê têk bibin û Rêveberiya Xweser bi pêş bixin.

Back to top button