Li Ranyayê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla şahiyek hate lidarxistin

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla bi tevlêbûna hunermendan şehiyek hate lidarxistin.

Li Parka Derwaze ya navçeya Ranya ya Silêmaniyê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer îro ji bo şermezasrkirina bikaranîna çekên kîmyawî ku dewleta Tirk bi kar tîne û piştgiriya berxwedana gerîla konserek lidarxistin.

Gelek ciwan û welatî tevlî konserê bûn.

Konserê bi qedeyek rêzgirtina ji bo şehîden Kurdistanê destpê kir.

Hunermend Berhem Şemamî tevlî konserê bû.

Di konserê de berxwedana gerîla ya ku ji 23’yê Nîsanê ve li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê meşandin hate pîrozkirin.

Back to top button