Di ser komkujiya Pirsûsê 8 sal derbas bûn

Di ser Komkujiya Pirsûsê ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de pêk hatibû, 8 sal derbas bûn.
Di êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê de ku 33 kesan jiyana xwe ji dest dabû, zêdetirî 100 kes birîndar bûbûn.
Malbatên 33 “rêwiyên xeyalan” xwestin ku kesên piştgirî dane kujerên DAIŞ’î û alîkariya wan kirine bên darizandin.

Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de MÎT’a Tirk bi destê DAIŞ’ê li dijî şoreşgerên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) êrîşa bombeyî pêkanî.

Di vê êrîşê de 33 kesan jiyana xwe ji dest dabû, zêdetirî 100 kes jî birîndar bûbûn.

Têkîldarî vê yekê Fetî Aydin ku kurê wî Çagdaş Aydin di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da û Yasemîn Boyraz ku di komkujiyê de diya wê Bahar Nazegul jiyana xwe ji dest da, axivîn.

Fethî Aydin: Her tişt bi belgeyan li holê ye

Endamê Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê Fetî Aydin anî ziman ku li hêwanên dadgehê tu daxwazeke wan nehatiye qebûlkirin û got:

“8 sal derbas bûn. Lê di doza me de pêşketineke berbiçav çênebû.

Sedema nepêşveçûna vê dozê ew e ku daxwazên me ji nedîtî ve hatin.

Parêzeran her tiştî bi belgeyan eşkere kirin.

Bi gelek belgeyan eşkere ku kujer bi rihetî digerin.

Lê tevî ev qas tiştan jî kujerên zarokên me nayên dîtin.”

Aydin: Em ê heya dawiyê têbikoşin

“Domandina têkoşîna zarokên me deynê stuyê me ye”

Bi vê gotinê Aydin destnîşan kir ku ji bo careke din komkujî çênebin ewê vê dozê bişopînin û heya dawî têbikoşin.

Yasemîn Boyraz: 8 Sal derbas bû lê tu tişt neguherî ye

Yasemîn Boyraz ku di komkujiyê de diya wê Bahar Nazegul Boyraz jiyana xwe ji dest da, da zanîn ku 8 sal bihurî ne lê tu tişt neguheriye û wiha got:

“Di du salên ewil de biryara veşarî li ser dosyeyê hebû. Paşê hat rakirin.

Ji danişîna ewil heya ya dawî daxwazên me hatin redkirin.

Me doza qeydên kamerayan kir lê ev daxwaz jî nehatin qebûlkirin.”

Boyraz: 88 Sal jî derbas bibe em ê doza edaletê bikin

Boyraz diyar kir ku heya edalet pêk bê ew ê vê dozê bişopînin û got:

“Ne 8 sal, 88 sal jî derbas bibin em ê li edaletê bigerin.”

Back to top button