“Êrîşên dewleta Tirk a dagirker sûcekî mirovî ye”

Li bajarê London ê Îngîlîstanê Komîteya Navneteweyî ya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re (UPOTUDAK) li dijî tecrîdê daxuyanî da û bêhiqûqiya tirkiyê ya li hember girtiyên siyasî şermezar kir.

Di Çalakiya ku bi pêşengtiya Navneteweyî ya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re hate li darxistin de meclisa gel a kurd, Navenda Çandê ya Tohûmê û Gul-Derê jî amade bûn.

Beşdarvanan di çalakiyê de daxwaza azadiya girtiyên siyasî kirin û hate gotin ku dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk zext û êşkenceyê li ser girtiyên siyasî dike.

Di axaftinan de bertek nîşanî bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî bêhiqûqiya dewleta Tirk hat dayîn û wiha hate gotin:

“Dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî kevneşopiya komkujiyê ya dewletê didomîne.

Her wiha dagirkeriya Tirk li Îmraliyê tecrîd li ser dîlgirtiyên azadiyê giran kirine.

Bi tecrîda re, gelek cureyên êşkenceyê li dîlgirtiyan tên kirin, wek ku girtiyên nexweş derman nakin û qedexeya xwendina pirtûkan û hwd…”

Di dawiyê de çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Êrîşên dewleta Tirk li Îngîlîstan Almaniya û Norweçê hatin şermezarkirin

Back to top button