Malbatên Gerîlayên Şehîd: Divê PDK aqûbeta gerîlayên xelîfanê eşkere bike

Malbatên gerîlayên şehîd bang li PDK’ê kirin ku aqûbeta gerîlayên ku di 26’ê Tîrmehê de li Xelîfanê hatine revandin, eşkere bike.

Têkildarî diyarkirina çarenûsa gerîlyên azadiyê, Dayika gerîla Sûreya Hebeş ev yek anî ziman:

“Hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re û hewildanênê wê yê derxistina şerê birakujiyê û dayîna agahiyan li ser gerîlayan dilê mirov diêşîne”

Birayê şehîd Hemîd, Nûrî Ehmed bi heman dilxwestinê da zanîn û wiha pê de çû:

“Dema ku birayê min li Başûrê Kurdistanê bû, bi peyamên ku ji me re dişandin behsa rewşa gel dikir. digot xelkên Başûrê ji siyasetên PDK’ê ne razî ne.”

Ehmed diyar kir ku revandina gerîlayan li Başûrê Kurdistanê berdewama siyaseta dewleta tirk e.

PDK’ê tevkariya xwe ya bi dagirkeriya Tirk re di şerê li dijî gerîla û gelê Kurd de didomîne.

Malbatên gerîlayan di dawî de bang li PDK’ê kirin ku aqûbeta gerîlayên ku di 26’ê Tîrmehê de li Xelîfanê hatine revandin, eşkere bike.

Back to top button