Heysem El-Xez Elî: Tirkiye bi rêyên leşkerî dest di deyne ser ax û milkê Iraqê

Çavdêrê siyasî yê Iraqî Heysem El-Xez Elî diyar kir ku dewleta Tirk bi pêkanînên leşkerî bi berdewamî dest di deyne ser mal û milkê Iraqê.

Ji bo êrişên bê navber a dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê heya niha ne Hikûmeta Federal a Iraqê ne jî ya Başûrê Kurdistanê ti helwestek ji bo pêşî lê girtina êrişan nîşan nedane.

Heysem El-Xez Elî diyar kir ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi rêyên leşkerî dest di deyne ser ax û milkê Iraqê û got: “Tirkiye li Bakurê Iraqê daran dibire, axê dagir dike, li ser axa Iraqê baregeh û qereqolan çêdike, gund û bajarên Iraqê timî bombebaran dike.”

Xez Elî got: Ev xemsarî û ne tedbîrgirtina hikûmeta federal a Iraqê nîşan dide.

Back to top button