Dadgehê biryara berdana 5 girtiyên Şêladizê daye, lê PDK wan bernade

CPT ragihand, diviyabû dawiya meha Hezîranê pênc girtiyên Şêladizê bi awayê mercdar bihatan berdan, lê heta niha di girtîgehê de ne.

CPT têkildarî pênc girtiyên Şêladizê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, biryar bû ku 5 girtiyên Şêladizê di dawiya meha borî de awayê bi şert bihatana berdan, lê heta niha di girtîgehê de têne ragirtin.

Her wiha di daxuyaniya CPT de ragirtina her pênc girtiyan a di girtîgehê de tê şermezarkirin û tê gotin ew wek CPT ji rewşa tendirûstî ya beşek ji girtiyên Şêladizê yên di girtîgeha PDK’ê a li Hewlêrê de bi fikarin.

Back to top button