Li Qamişlo li cihê berê yê sergoyê wê Şaredariya bajêr darestanekê çêbikin..
Wê 2 hezar dar li wî cihî were çandin.
Şaredariya Bajarê Qamişlo îro dest bi projeyekê kirin.
Rêveberiya Ekolojiyê û Zanîngeha Rojava di vê projeyê de cih digrin.
Proje jî ew e ku li cihê berê yê Sergoyê darestanekê çêbikin.
2 Hezar dar wê werin çandin.
Îro beşek ji wan bi destê şagirtên dibistanan hatin çandin.
Sibe jî wê beşê din bê çandin.
Ev dar ji gelek cureyan pêk tê.