Murat Karayilan: Helwesta Rêber Apo helwestekî stratejîk e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan derbarê hilbijartinên 14’ê Gulanê bang li gelê Kurd kir û got:“Divê her kes di vê serdemê de bibe yek û yekîtiya xwe nîşan bide.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Mûrat Karayilan derbarê nîqaşên li ser Rêber Apo de ev peyam da:

“Em careke din hişyariyê didin aliya. Bi vî rengî li ser Rêbertiya me nîqaşan nekin.

Ev nêzîkatiyên ku rêbertiya me dikin amûr, bêexlaqî ne.

Helwesta Rêber Apo helwesteke stratejîk e.

Pirsgirêka Kurd û rewşa Rêber Apo ne pirsgirêkeke wisa ye ku di taktîkên hilbijartinê yên Tirkiyeyê de bibe amûrek, ev pirsgirêkeke bingehîn e.”

Karayilan bang li hemû hêzên xwedî berpirsyar kir ku derbarê ewlekariya Rêber Apo de berpirsyariyên xwe bi cîh bînin û got:

“Divê her kes bizanibe ku Rêber Apo bingeha yekîtiya Tirkiyeyê ye.”

Karayilan: Divê her kes li dora Partiya Çepên Kesk bibe yek

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bal kişand li ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û ev tişt anî ziman:

“Ev hilbijartin di serî de gelê Kurd, Elewî, çînên karker û tevgerên çepgir û sosyalîst gelekî girîng e.

Divê gelê me vîna xwe li qada siyasî bi xurtî nîşan bide.

Her kesê ku ji vê sîstemê zirar dîtiye divê bi xurtî tevlî vê tifaqê bibe.”

Mûrat Karayilan bang li derdorên ku derveyî vê tifaqê manê kir ku piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk û wiha got:

“Dibe ku di civakê de, di navbera eşîran de, di navbera kesan û di navbera beşên cûda de nakokî hebin.

Lê divê ev hemû li aliyekî bin. Pirsgirêkên girîngtir hene.

Pirsgirêkên netewî hene ku siberoja gelê Kurd eleqedar dike.

Heger ji hev cuda namzet nîşan bidin, nikarin encamê bigirin.

Lewma divê her kes di vê serdemê de bibe yek û yekîtiya xwe nîşan bide.”

Hêlîn Umît: Ne ji berxwedana Gerîla bûya, dibe ku hilbijartin jî nehatibûya kirin

Back to top button