Serokê Amerîkayê dirêjkirina rewşa awarte li Sûriyê ragihand

Piştî ku Sûriyê vegeriya Komkara Erebî, êdî careke din qaxezên girêdî rewşa wê têne ser maseyê.
Doh Serokê DYA’yê Joe Biden girêdayî rewşa Sûriyê nameyek ji Kongirêsê şand.
Di nemeyê de dirêşkirina rewşa awarte li Sûriyê hate ragihandin.

Piştî 12 salan ji şer, pevçûn û qeyrana li Sûriyê vegera bi şert a Sûriyê bo Komkara Erebî rojeva navdewletî germ kiriye.

Têkildarî vê yekê Serokê DYA’yê Joe Biden peyamek ji Kongresê re şand û tê de wî agahdar kir li ser dirêjkirina rewşa awarte ya girêdayî Sûriyê.

Di nameyê de hate diyar kirin ku wê rewşa awarte ji 11’ê Gulana 2023’an û pê ve dirêj bike.

Joe Biden di nemeya xwe de destnîşan kiriye ku ew ê li hêviya guhertinên di siyaseta Hikûmeta Şamê de bimînin.

Serokê DYA’yê Joe Biden bang li Hikûmeta Şamê kir ku şerê xwe li dijî gelê Sûriyê rawestîne, agirbestekê ragihîne û danûstandinan li ser çareseriyeke siyasî li Sûriyê li gor biryara 2254 pêk bîne.

Ji bo biryara Komkara Erebî ya vegera Sûriyê li komkarê, Amerîka rexne kir wiha got:

Ji ber şer û kuştina ku 12 salan li Sûriyê dirêj kir Serokê Sûriyê Beşar Esed ne hêjayî normalîzekirinê ye.

Vedant Patel: Em ê bi Rêjîma El-Esed re têkiliyên xwe asayî nekin

Beriya niha jî Berdevkê Wezareta Kanrên Derve ya DYA’yê Vedant Patel ji rojnemevanan ragihandibû ku halêhazir Sûriyê nehêjayî vegera li Komkara Ereban e.

Vedant Patel tekez kiribû ku ew heta niha bi Rêjîma El-Esed re têkiliyên xwe asyî nakin û wê li ser vê yekê jî piştgiriyê bidin hevalbendên xwe.

Back to top button