Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Paralamentoya Iraqê Weid El-Qedo ragihand ku biryare Parlamento li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê kom bibe û got: “Hebûna leşkerên Tirk di nava Iraqê de dagirkeriye.”
Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Paralamentoya Iraqê Weid El-Qedo destnîşankir ku dosyaya dubarebûna êrişên dewleta Tirk tevî nerazîbûnên fermî yên Bexdayê, pêvajoyek metirsîdar bi xwere tîne.
El-Qedo destnişankir ku wê li ser van êrişan parlamentoya Iraqê bicive.
Weid Qedo: Wê parlemento ji bo dagirkeriya Tirk bicive
Qedo di dewamê de behsa hewldanên ji bo pêşêgiritinan jî kir û got:
“Gelek parlamenterên Iraqê daxwaz kirine ku li ser dosyeya binpêkirina serweriya xaka Iraqê lêkolîn were destpêkirin.”
Weid El-Qedo da zanîn ku zêdetirî 7 hezar leşkerên Tirkiyê di nava xaka Iraqê de hatine bi cih kirin û got:
“Hebûna leşkerên dewleta Tirk di nava xaka Iraqê de dagirkerî ye û ev jî nayê qebûl kirin.”