Yekîtiya Ewropayê biryar da ku di aliyê istixbaratî de hevkariyê bikin

Li dijî tevgera terorîstan, Wezîrên Karên Hundir yên Yekîtiya Ewropayê biryar da ku di aliyê istixbaratî de hevkariyê bikin.

Wezîrên Karên Hundir yên Yekîtiya Ewropayê bi riya enternetê civînek pêk anî û li ser êrîşên terorîst yên li ser xaka Ewropayê nîqaş kirin.

Piştî bidawîbûna civînê, wezîran daxuyaniyek hevbeş da.

Di daxuyaniyê de, Wezîrên Karên Hundir yên Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku wan li hev kir ku di çarçoveya xebatên li dijî terorîstan de, di aliyê agahiyan de hevkariyê bikin.

Di daxuyaniya wezîran de hat gotin ku şerê wan ne li dijî ti aliyekî olî yan siyasî ye, lê li dijî tundrewiyê ye.

Her wiha wezîran banga xurtkirina parastina sînorên Yekîtiya Ewropayê kir.

Di daxuyaniya hevbeş ya wezîrên Ewropî de, hêvî hat kirin ku beriya bidawîbûna salê, qanûnek Ewropî derkeve ku bi riya wê çi madeyên teşwîqê terorê dike li ser enternetê were rakirin.

Back to top button