Li Ukrayna karanîna elektirîkê hate kêmkirin

Şerê li Ukrayna demek zehmet bo Rûsya daye avakirin.
Rûsya ya dixwaze ji nava vê aloziyê xelas bibe, binesaziya Kîevê dike armanc.
Ji ber van êrişan cara yekeme li Ukrayna karanîna elektirîkê tê kêmkirin.
Serokê Amerîka Biden jî dibêje, Putin di nav rewşek zehmet de ye.

Ukrayna ku santralên wê ji aliyê Rûsyayê ve hatin armanckirin, biryar da ku li seranserê welêt bikaranîna elektrîkê sînordar bike.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di peyama vîdyoyê ya ku şevê din parve kirî de wiha got:

“Ziyaneke nû li binesaziya krîtîk heye.

Sê santralên elektrîkê îro ji aliyê dijmin ve hatin rûxandin.”

Volodymyr Zelensky piştî hevdîtina xwe ya bi şîrketên enerjiyê re axivî û diyar kir ku ji ber nêzîkbûna zivistanê ew xwe ji bo “hemû senaryoyên muhtemel” amade dikin.

Zelensky hişyarî da ku “terora Rûsyayê wê ber bi tesîsên enerjiyê ve bizivire” û bang li hemû Ukrayniyan kir ku ji saet 07.00’an pê ve bikaranîna elektrîkê kêm bikin.

Serokomarê Ukraynayê diyar kir ku “hikûmet hewl dide ku ji bo binesaziya krîtîk li bajar û gundan xalên dabînkirina enerjiyê yên mobîl ava bike.”

Sînordarkirina bo karanîna elektirîkê pêkan e

Alîkarê Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Kirîl Tîmoşenko diyar kir ku eger bikaranîna elektrîkê ji saet 7’ê sibê heta saet 11ê şevê bi awayekî cidî neyê kêmkirin, dibe ku şewat derkeve.

Şaredarê Kîevê Vitaly Klichko jî ji niştecihên paytextê xwest ku heta neçar nebin alavên elektrîkê bikar neynin.

Klichko got;

Mezaxtina herî piçûk jî ji hêla niştecîhan ve wê bibe alîkar ku çalakiyên pergala enerjiyê ya neteweyî aram bibe.

Daxwazên alîkariyê dibe ku zêdetir bibin

Hat ragihandin ku qedexe niha tenê bo îro ye.

Lê kargehên enerjiyê Ukrenergo ragihand ku her ku hewa sar dibe, dibe ku bêtir û bêtir “daxwazên alîkariyê” ji raya giştî ya welat were kirin.

Rûsyayê di van rojên dawî de êrîşên xwe yên mûşekî û balafirên bê mirov li dijî binesaziyên enerjî û avê yên Ukraynayê zêde kirine.

Biden: Putin di rewşek zehmet de ye

Serokê Amerîka Joe Biden di daxuyaniyekê de ragihand ku hempîşeyê wî yê Rûsî Vladimir Putin ji ber şerê li Ukrayna di rewşek zehmet de ye.

Biden di axaftina xwe ya li Koşka Spî de wiha got:

“Ez difikirim ku Vladimir Putin di rewşek pir zehemt de ye.

Wisan xuya dike ku ew ê bi rêya çekên di destê wî de hewil bide Ukrayniyan bide tirsandin.

Lê ew ê ticarî netirsin.”

Biden diyar kir ji bo nirxê petrolê jî kêm bike wê heta dawiya salê 15 mîlyon bermîlên petrolê bifiroşe.

Back to top button