Şêniyên Mibicê: Dewleta Tirk şerê birçîbûnê li dijî herêmê dimeşîne

​​​​​​​Şêniyên Minbicê domandina qutkirina Ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir.

Şêniyan diyar kir ku dewleta Tirk ji dema destwerdana xwe ya li Sûriyê ve şerê wan dike, niha jî dixwaze bi qutkirina ava çemê Firatê şerê xwe bidomîne.

Şêniyan destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ew e ku aboriya herêmê têk bibe û bang li sazî û rêxistinên mafên mirov kir ku van sûcên dewleta Tirk bi dawî bikin.

Ev bêtirî 6 meh in, dewleta Tirk a dagriker ava çemê Firatê ji ser Sûriyê qut kiriye.

Heta niha li hemberî van sûcan rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî tu helwestek nîşan nedane.

Back to top button