Metirsiya hebûna leşkerên dagirkeriya dewleta tirk li ser xaka başûrê Kurdistanê careke din xwe da nîşandan. HPG’ê ragihand ku artêşa tirk a dagirker ji aliyê başûrê Kurdistanê ve êrişî herêma Garê kiriye. Di şerê li gundê Siyanê yê Garê de, di navebra gerîla û dagirkeran de şerekî dijwar rûdide.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê têkildarê êrişa dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Garê dayî destpêkirin bi daxuyaniyeke nivskî aghahî parve kir.
Li gorî vê;
10’ê Sibatê saet 3 şeveqê, artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Garê dest bi êrişeke berfireh kir.
Heta sê saetan gundê Guzê, Meyrokê, Siyanê, Çem-şerîtkê, Yek-malê û Kanî-sarkê û qadên wan, qadên Deşta Kaf-ya û Deşta Nehlê bi balafirên şer û bê mirov dehê caran hatin bombekirin.
HPG: Li gundê Siyanê hêzên me şerê dagirkeran dikin
Bi awayekî hemwext dora gundên Yekmalê û Siyanê bi helîkopterên kobra hatin bombekirin.
Hemwextî bombardumana helîkopterên kobra û balafiran re dagirker bi helîkopteran li gundê Siyanê hatin danîn.
Li vê derê di navbera gerîla û dagirkeran de şer qewimî û didome.
HPG: Dagirker û helîkopterên artêşa Tirk ji milê Başûr ve hatin û dest bi êrişê kirin
Helîkopterên kobra û skors-ky ku bûn hedefa gerîlayan neçar man ji qadê dur bikevin.
HPG’ê dazanîn ku helîkopterên dagirkeriya dewleta tirk ji xaka Başûrê Kurdistanê rabûne û êrîşî herêma Garê kirine.
Bi awayekî hemwext li Geliyê Tiyarê yê Colemêrgê êrişa dagirkeriyê
Li aliyê din hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hemwext li dijî Geliyê Tiyarê yê navbera Colemêrg-Çelê jî dest bi oparasyoneke berfireh ya dagirkeriyê kiriye.
Derbarê encamê êrîşa li ser Geliyê Teyarê de jî heta niha agahiyek nehatiye parvekirin.