Pedersen: Rejîma Sûrî dixwaze her tişt vegere weke berî 2011

Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Geir Pedersen mukur hat ku hikumeta Şamê ji bo çareseriyê naxebite û dixwaze her tişt vegere mîna salên berî şoreşê.
Fransa, Irlenda, Estonya û Belcîka û Almanya jî bi daxuyaniyeke hevbeş sedema têkçûna civînên komîteya destûrî ya Sûriyê li hikumeta Şamê vegerand.

Nûnerê NY yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen mukur hat ku rêjîma Sûriyê dixwaze her tişt vegere weke berî 2011an.

Dawiya meha borî, gera 5 a civînên komîteya destûrî ya Sûriyê li Cinêva Swîsrayê li dar ketibû û li wir weke her car bi dawî bû.

Li gorî diplomatan, nepejirandina meclisê ya lihevkirina daxuyaniya hevpar a li ser Sûriyê, ji ber astengiyên Rûsyayê bû.

Sêşemê Pedersen û nûnerên welatên endam ên Konseya Ewlekariyê di civîneke girtî de li hev civiyan.

Nûnerê NY yê taybet ji bo Sûriyê, Geir Pedersen piştî civînê, ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku ti planên wî ji bo dema pêş tune ne û tekezî li ser giringiya guhertina kar a komîteya destûrî ya Sûriyê kir.

Pedersen bang li civaka navneteweyî kir ku nakokiyên xwe derbas bike da ku pêvajoya siyasî ya rawestandî li Sûriyê, were meşandin.

Pedersen teqez kir ku nûnerê rêjîma Sûriyê dixwaze kar û xebatên komîteyê li gorî wan bimeşe û mîna salên berê yên berî şoreşê her tişt çêbibe.

Ji aliyê xwe ve, Fransa, Irlenda, Estonya û Belcîka û Almanya mixabîniya xwe der barê têkçûna civînên komîteyê de anî ziman û bi daxuyaniyeke hevbeş sedama têkçûnê, li nebeşdarbûna rêjîma Sûriyê bi awayekî rast û durist vegerand.

Back to top button