Mihemet Ocalan: Gotin “em ê biqedînin” lê fikrê wî li cîhanê tevî belav bû

Dengên li dijî komploya navneteweyî bi nêzîkbûna roja wê re, bilind dibin. Berovajî armanca komplogeran, îro girêdana bi fikrê Rêber Ocalan ji her rojê bêhtir e. Mehmet Ocalan; Birayê Rêber Ocalan, derbarê vê komployê de dibêje “Digotin em ê biqedînin. Lê her ku çû fikirê wî li seranserê cîhanê belav bû. Serok, pira di navbera gelan de ye. Rûxandina vê pirê, wê bi kêrî ti gelan neyê.”

“Digotin em ê biqedînin. Lê her çû fikirê serok li seranserê cîhanê belav bû. Serok, pira di navbera gelan de ye. Rûxandina vê pirê, wê bi kêrî ti gelan neyê.”

Ev axaftin a birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan a herî dawî ye, lê belê ya di dilê her kesê de ku baweriya wî bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan tê, derbirand.

Roja reş a komploya navneteweyî nêz dibe û bangên li dijî wê jî bêhtir dibin.

Bi vê boneyê, Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û xwişka wî Fatma Ocalan nirxandin kirin.

Mehmet Ocalan, komploya navdewletî wekî “rûreşiyê” bi nav kir û behsa wê rojê û kêliyên bihîstina vê nûçeya biêş kir.

Mehmet Ocalan, bilêv kir ku kesên Ocalan radestî Tirkiyê kiriye, hîn jî ji bo berjenwendiyên xwe li Rojhilata Navîn in û tekez kir ku divê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) a Konseya Ewropayê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike.

Ne tenê birayê Rêber Ocalan, Xwişka wî jî Fatma Ocalan bi heman hêrsê daxwaza berdana birayê xwe Rêber Ocalan kir.

15’ê Sibata 1999’an, Komployeke qirêj li dijî Rêber Ocalan hat gerandin.

22 sal derbas bûn, lê fikir û felsefeya wî nemirin û her sal bi hezaran kes li dora vê felsefeyê kom dibin û ev fikrê ku dixwestin bi her awayî tune bikin, belavtir bû û hîna jî dibe.

Back to top button