Zîlan Vejîn: Pêngav ji bo gelên Îranê buye hêvî û ji bo rêjîmê buye kabûs

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn diyar kir ger rêjîma Îranê li gorî daxwazên civakê gavên demokratîkbûnê neavêje wê hilweşe. Vejîn da zanîn li Îranê zemîna têkoşîna demokrasîyê û mafan li holê nemaye.
Vejîn derbarê pêngava “Na ji darvekirinê re, dem dema demokrasiyê ye” ku dane destpêkirin de jî got, pêngav ji bo gelan buye hêvî û ji bo rêjîmê buye kabûs.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn li ser rewşa Îranê ji ANF’ê re axivî.

Zîlan Vejîn bal kişand ser rewşa Îranê û diyar kir ku li Îranê zemînê têkoşîna ji bo maf û demokrasiyê bi temamî ji holê rabuye û destnîşan kir, hilbijartin, meclîs, sîstema parlamenteriyê, organên qanûndanînê, dadgerî û rêveberiyê, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, di nava derfetên gelekî kêm de di bin kontrolê de dikarin bixebitin.

Zîlan Vejîn destnîşan kir ku di bin gefa darvekirinê de ne demokrasî ne jî azadî dibe û got,

“Ji bo herduyan şert e ku darvekirin bê rakirin. Ji bo rakirina darvekirinê jî divê têkoşîn bê mezinkirin”

Vejîn da zanîn wan bi pêngava ‘Na ji darvekirinê re, dem dema demokrasiyê ye’ xwest têkoşîna xwegihandina demokrasiya rasteqîn bimeşînin û wiha dewam kir,

“Hewldana ji bo serxistina vê pêngavê bêguman kabûsa rejîmê ye. Em di wê baweriyê de ne ku bi têkoşîn û berxwedaneke mezin a bi beşdariya gelan em ê bi ser bikevin.”

Zîlan Vejîn: Rejîma Îranê gavên demokratîk neavêje wê hilweşe

Hevseroka PJAK’ê diyar kir ku tevlîbûna li vê pêngavê gelekî girîng e û eşkere kir ku ji bo her kesî bûye hêviyeke nû, afirandina jiyan û sıstemeke demokratîk.

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn destnîşan kir ku civak yekîtiya xwe ava bike wê ti hêz û sîstem nikaribe li pêş bisekine û got,

“Dîrok nîşan dide ku ti dîktator û sîstema zordar li pêşiya hêrsa gelên Îranê û daxwaza guherînê nikarin bibin asteng. Ji ber vê yekê eger rejîma Îranê xwe neguhere û gavên demokratîk neavêje wê hilweşe.”

Back to top button