Iraq..Li baregeha Eyn El Esad 2 drone hatin xistin

Li rojavayê Iraqê, li ser baregeha hewayî ya Ayn El Esadê 2 drone hatin xistin.

Li gorî daxuyaniya ji artêşa Iraqê hate dayîn, îro piştî ku êrişên li herêmê zêde bûn, sîstema parastina hewayî C-RAM ya li baregeha Eyn El-Esad 2 drone anîn xwarê.

Çend saet beriya vê êrişê li Baregeha Bexdayê bi roketan êriş hatibû kirin.

Di êrişê de tiştek bi kesî nehatibû.

Komên Iraqî çend meh in, rêbaza dronan ku li Yemenê li dijî Siûdiyan tê bikaranîn, li Iraqê li dijî hedefên Amerîkî têne bikaranîn.

Leşkerên Amerîkî jî komên alîgirê Îranê sûcdar dikin.

Ji destpêka salê û vir ve li dijî hedefên Amerîkî 39 êriş hatin kirin ku hin ji wan ji aliyê komên alîgirê Îranê ve hatin kirin.

Piştî her êrişê Washîngton komên alîgirê Îranê sûcdar kir.

Back to top button