Tundraw gefa kuştinê li wezîrê Karên Hundir ê Awisturyayê dixwin

Ji ber xebatên hikûmeta Awisturyayê yên li dijî tundrewan, li dijî Wezîrê Karên Hundir yê welêt gefa kuştinê ji aliyê tundrewan ve tê xwarin.

2’yê Mijdarê li paytexta Awisturya Viyanayê DAIŞ’iyek êrîş pêk anî û 4 kes kuştibûn.

Li ser vê êrîşê hikûmeta Awisturyayê li dijî ”Îslamiya radîkal” tedbîr girtin.

Di vê çarçoveyê de, polîsan li çar herêman bi ser 60 cihên Tevgera Ixwanî û Tevgera Hemasê girtin û bi dehan kes binçavkirin.

Derket holê jî ku ji ber xebatên hikûmeta Awisturyayê yên li dijî tundrewan, gefên li ser Wezîrê Karên Hundir yê welêt Karl Nehammer zêde bûne.

Karl Nehammer jî gefên kuştinê yên li ser xwe piştrast kir.

Ji aliyê xwe ve hêzên ewlehiyê yên Awisturyayê bi riya hêzên taybet wezîr û malbata wî diparêzin.

Back to top button