
Desthilata faşîst ya AKP’ê li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê lez daye operasyonên qirkirina siyasî.
Serokê desthilata faşîs Erdogan, piştî ku qala reformên hiqûqê û demokrasiyê kir êrîş, binçavkirin û girtin jî zêde bûn.
Îro polîstên Tirk li gelek bajaran dîsa bi ser gelek mal û avahiyan de girtin û nêzî 30 kes xistin binçavan.
Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê êdî nema dikare welat rêvebibe û ji aliyê aborî, siyasî û hiquqî de têk çûye.
Erdogan ê faşîst ji bo xwe ji vê qeyranê xilas bike beriya 2 heftan ji raya giştî re ragihand ku ewê ji aliyê hiqukî û aboriyê de reforman pêk bîne.
Çav li rê bû ku Erdogan ji polîtîkayên xwe yên şaş vegere.
Berovajî êrîş, girtin û binçavkirinên li dijî Kurdan, hêzên muxalîf hîn zêdetir bû.
Leşkerên dewleta Tirk li navçeya Rûbarok ya Colemêrgê ciwanê bi navê Ozcan Erbaş ê 16 salî ku dema bi biraziyê xwe ve li çiya berû berhevdikirin gulebaran kir. Di encamê de Oczan Erbaş jiyana xwe ji dest da.
Li Şirnex, Amed û Denîzliyê 29 kes hatin binçavkirin
Îro jî li Amed û Mersînê polisan bi ser malan de girt û 4 kes binçav kirin.
Li navçeyên Hezex û Silopiyê û bajarê Şirnexê, Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ku peywira wê ji aliyê AKP’ê ve hatibû desteserkirin û rêveberê HDP’a Şirnexê jî di nav de, 21 kes hatin binçavkirin.
Li bajarê Denîzliyê jî, vê sibehê 4 endamên jin ên TJA û HDP’ê hatin binçavkirin
Dewleta Tirk a dagirker piştî gotinên reformê ango di nava 15 rojan de 500 kes di operasyonên qirkirina siyasî de binçavkir û herî kêm 15 kes hatin girtin.
Piraniya kesên hatine binçavkirin jî endamên HDP’ê ne û Kurdin.