Nobeda Azadiyê di hefteya 587 de dewam dike

‘Nobeda Azadiyê’ ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bidawîkirina tecrîdê li bajarê Strasbourg ê Fransayê destpê kir, di hefteya 587’an de bi koma ji Swêdê hat dewam dike.

Nobeda ku çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye, di hefteya 587’an de bi koma ji sê welatparêzên ji Swêdê hatin, dewam dike.

Berdevkê komê Şehmûs Çetînkaya bi bîr xist ku sê sal in ew nikarin agahiyê Rêber Apo werbigirin.

Çetînkaya bang li Kurdan hemûyan kir ku xwe nas bikin, ji bo doza xwe bixebitin û got:

“Divê Kurd li tevahiya cîhanê bibin yek.”

Ezîz Bamo jî got: sê sal in em nikarin agahiyê ji Rêber Apo werbigirin” û diyar kir ku ji bo li ber tecrîdê rabin û nerazîbûnê li dijî dewleta Tirk a dagirker nîşan bidin ew tevlî çalakiyê bûne.

Back to top button