6′emîn Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendên Gelêrî li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişlo bi dawî bû.
Mîhrîcan di 16’ê Îlonê de bi dirûşma “Her govendek çîrokek e û her çîrokek dîrokek e” dest pê kiribû.
23 komên govendê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Asur û Ermen ên ji Helebê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.
Di roja dawîn de koma Esala ya ji Til Hemîs govendek bi navê “Deha û Debket Çopî” pêşkêş kir ku civatên erebî û sembola qehweya erebî nîşan da.
Koma Şehîd Welat a ji Qamişloyê bi govendên xwe bal kişand ser rastiya civakê û adetên Kurdan.
Di dawiyê de komîteya amadekar a mîhrîcanê komên beşdar xelat kirin.