Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn û Şehba Elîf Mihemed diyar kir ku ENKS xeta xiyanetê didomîne û dagirkirina Efrînê rewa dike û got: “Xwediyên Efrînê em in û Efrîn ji dagirker û xayînan re nabe war.”
Elîf Mihemed diyar kir ku ENKS dagirkeriya Tirk a li Efrînê rewa dike û got:
” Tu cudahî di navbera siyasta AKP’ê, MHP’ê û ENKS’ê de tune ye.
Hemû mîna çeteyan e û dixwazin gelan tune bikin.
Bi vê siyasta qirkirinê jî dixwazin gelê Efrînê tune bikin.
Her wiha ENKS dixwaze mayîna xwe di hundir Efrînê de bidomîne û li ber çavê cîhanê kiryarên çeteyan ên li dijî Efrînê rewa nîşan dide.
Cîhan dizane tişta di hundir Efrînê de diqewime kiryarên li dijî mirovahiyê ne.”
Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Elîf Mihemed di dawiyê de wiha got :
“Bila gelê li Şehbayê dev ji xeta berxwedanê bernede, ji ber ku em xwediyê Efrînê ne. Efrîn ji ENKS û dagirkeran re nabe war.”