Hêzên hikumetê Şamê deverên Cebel El-Zawiyê topbaran kirin

Hêzên Hikumeta Şamê bajarok û gundên Cebel El-Zawiyê bi mûşekan topobaran kirin..

Çavdêriya Sûrî ragihand ku, hêzên hikumetê şevê din û vê sibehê jî deverên Sifûhin, Fitêra, Kisefra, El-Bara, Beynên û Filêfil topbaran kirin.

Di heman demê de, Hikumetê derverên Inkawiyê yê Sehil El-Xab li Hemayê topbaran kirin.

Dewleta Tirk 15 maşîneyên din ên leşkerî derbasî herêmê kirin

Dewleta Tirk jî, rojane hêza xwe li Idlibê zêde dike, herî dawî jî 15 maşîneyên din ên leşkerî di deriyê kefer Losîn re derbasî herêmê kirin..

Bi vê yekê, ji destpêka agirbesta Putin û Erdogan jimara maşîneyên dewleta Tirk gîhaşt 6 hezar û 370’an.

Back to top button