Li bakur û Rojhilatê Sûriyê beşa yekemîn a emeliyeta dil hat vekirin.

Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşa yekemîn a emeliyeta dil vekir. Dr. Înan Xelîl da zanîn ku ev beş dê di sala bê de têkeve xizmetê û lêçûna emeliyetê wê sembolîk be.

Li bakur û Rojhilatê Sûriyê beşa yekemîn a emeliyeta dil hat vekirin.

Vekirina vî beşî jî, bi asta berfirehkirina xebatên Nexweşxaneya Dil û Çavan li Qamişlo girêdayî ye.

Ji ber ku ji dema ev nexweşxane hatiye vekirin hewl tê dayîn ku alîkariya tevahî şêniyên herêmê bike.

Rêveberiya nexweşxaneya navborî ji ber pêdiviya bi vê beşê dest bi vekirina beşeke nû ya emeliyata dil kir.

Ji ber alavên emeliyata dil li herêmê tune bûn, şênî neçar diman ku berê xwe bidin nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê û Şamê.

Rêveberê Tenduristî ya Nexweşxaneya Dil û Çavan Dr. Înan Xelîl derbarê vekirina beşê nû de axivî û da zanîn ku armanca wan alîkariya nexweşên herêmê ye, ne qezenckirine û lêçûn tenê sembolîk bin.

Ji demeke dirêj ve ye ku em xebata dabînkirina beşeke taybet a dil, kadroyên tenduristî yên pispor û tîma xebatê ya perwerdekirina li ser vê pisporiyê dikin.

Ji ber alavên emeliyeta dil ji alav û emeliyetên dîtir mîna(alava dil a çêkirî, alava dil a pişika çêkirî û alava napoxê) cudatir e.

Dr. Xelîl piştrast kir ku tevahî alavên guncav ji bo emeliyetên dil li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin dabînkirin û dê bi fermî dest bi emeliyetên dil di çaryeka yekemîn a 2021’an de bikin.

“Emeliyeta dil emeliyeteke hesas e û pêdiviya wê bi kadroyên tenduristî yên pispor heye.

Me hejmarek ji kadroyên tenduristiyê şandin navendên mezin ên li Başûrê Kurdistanê mîna navenda Center a emeliyeta dil a li Hewlêr û Silêmaniyê da ku werin perwerdekirin.

Perwerdê nêzî meh û nîvekê berdewam kir.

Lê belê ji ber êrîşên li Serê kaniyê û Girê Spî û pêdiviya herêmê bi kadroyên tenduristiyê hebû, em neçar man ku wan vegerînin.

Lê kadroyên tenduristiyê perwerdeya xwe li Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişlo berdewam kirin.”

Dr. Înan Xelîl da zanîn ku kadroyên vê emeliyetê, ji çar salan ve bi pratîkî vê emeliyetê dikin, her wiha bijîşkên xurt û pispor in.

Tevahî kadroyên tenduristiyê ji şêniyên herêmê ne û odeya emeliyetê bi alavên herî nûjen amadekirî ye.

Back to top button