Bennett: Îran tevahî xetên sor yên ji bo bernameya nukleerî derbas kir

Îsraîl di her fersendê de dijberiya xwe ya li hemberî bihêzbûna Îran ya di warê çekên nukleerî de tîne ziman.
Serokwezîrê Îsraîlê Bennett careke din bi eşkere li pêş lîderên cîhanê anî ziman ku Îran “tevahî xetên sor” yên bernameya nukleerî derbas kiriye û got.
Îsraîl wê rênede Îran bibe xwedî çekên nukleerî.

Serokwezîrê Îsraîl Neftali Bennett di civîna Civata Dîwana Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a 76. de axivî.

Di rojeva Neftali Bennett de, careke din tewambariyên li dijî Tahranê hebû.

Bennett diyar kir ku Îran hewil dide, Rojhilata Navîn di bin “sîwaneke nukleerî” de birêve bibe û ji bo rawestandina xebatên Tahranê bang li civaka navnetewî kir.

Serokwezîrê Îsraîl îşaret bi wê yekê kir ku Îsraîl dikare li dijî Îranê bi tena serê xwe tevger bike û wiha got:

Bernameya Nukleerî ya Îranê mina xalekê vegerê ye, xweşbîniya me jî wisan bûye.

Kîne santrifujên xwe nasekinînin.

Bennett daxuyakirin ku bernameya çekên nukleerî ya Îranê di rewşeke xeternak de ye.

Her wiha tevahî xetên sor jî hatine derbaskirin û çavdêrîkirina wan jî hatine paşguhkirin.

Back to top button