Mîhrîcana 6’an a şehîd Ronahî Bager a Govendê dest pê kir

Mîhrîcana 6’an Şehîd Ronahî Bawer a Govendê bi beşdariya 23 koman ji tevahî bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Helebê dest pê kir.

Destpêka mîhrîcanê, komên beşdar, bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e” ji pêşiya Navenda Aram Tîgran di nava kolana giştî meşiyan.

Piştre bi navê Komîteya Amadekar û gelek sazî yên ku beşdarî mîhrîcanê bibûn axifîn û gotin:

“Bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo projeya neteweya demokratîk û fedakariyên şehîdan, pêkhate bûn yek û serkeftinên bêhempa bi dest xistin.

Bi yekitiya xwe em dê Rêber Apo azad bikin. Ji bo wê em dê têkoşînê li ser tevahî astan mezin bikin.”

Pîştî axaftinan di roja yekemîn a mîhrîcanê de, Koma Silava ya stranê ya ji Kobanê, berhemên xwe pêşandan.

Her wiha Koma Şehîd Serhed a Helebê 4 govendên efrînî bi navê “Çû, ben û govend”, “Gulnar”, “Gundê min” û “Sanci” pêşandan.

Di dawiya roja yekemîn a mihrîcanê de, Koma Kevneşopî ya stranê, berhemên xwe pêşandan û xelekên govendê gerandin.

Mîhrîcan wê 4 rojan berdewam bike.

Back to top button