
Turnuvaya duyemîn a şitrencê ya li ser asta herêma Cizîrê, duh di roja duyemîn de bi dawî bû.
Turnuveya 15’ê Îlonê bi beşdarbûna 22 lîstivanên ji Qamişloyê dest pê kiribû.
Turnuva li gorî 7 geran hat birêxistin.
Lîstikvan Huner Temo di asta yekemîn de, Mihemed Coy di asta duyemîn de û Fîraz Îsa di asta sêyemîn de bi ser ketin.
Li gorî Nivîsgeha Lîstikên Ferdî ya Herêma Cizîrê, îsal 5 turnuva hatin lidarxistin.