Li Qamişlo turnuvaya kişikê ya 2. dest pê kir

Li Qamişloyê bi beşdariya 22 lîstikvanan Turnuvaya Kişkikê(santrac) ya 2. li ser asta herêma Cizîrê dest pê kir û wê turnuva 2 rojan berdewam bike.

Nivîsgeka Lîstikên Ferdî ya Meclisa Werzîşê ya Herêma Cizîrê Turnuvaya Kişikê ya vekirî bi beşdariya 22 lîstikvanên ji herêmên Cizîrê li Qamişloyê li dar xist.

Turnuva li gorî pergala Swîsre pêk tê; ango 7 ger in û bi dirêjahiya 2 rojan e.

Têkildarî mijarê, endamê komîteya pîşeyî ya lîstîka kişikê ya Nivîsgeha Lîstikên Ferdî Îbrahîm Şakir axivî û got:

“Ev turnuvaya duyemîn li ser asta herêma Cizîrê ye.

Armanca wê pêşxistin û teşwîqkirina lîstikvanan e, da ku ji turnuvayên fermî re amade bin.”

Li aliyekî din jî lîstikvana kluba berxwedan a beşdarî turnuvayê bûye Felek Mihemed diyar kir ku ev turnuva li gorî lîstikvanan xwedî girîngiyeke mezin e.

Ji ber ku behreyên wan bi pêş dixin.

Back to top button