Kurd û Ereb bi hevkariya xwe serkeftinek mezin bi dest xistin

Di Îlona 2014′an de, li hemberî êrişên çeteyan ên li ser herêmê, hevbendiyeke Kurd û Ereban hat avakirin.
Ew hevbendî jî bi navê Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat bû.
Ev hevbendî yek jî ezmûnên serketî li herêmê ye û bû zemîna avakirina QSD’ê.

Di 15′ê Îlona 2014′an de DAIŞ′ê bi beşdarbûna bi hezaran çeteyên biyanî êrişeke berfireh birin ser Kobanê.

Li hemberî van êrişan berxwedaneke mezin hat raberkirin.

Di Îlona 2014′an de, li hemberî êrişên çeteyan ên li ser herêmê, hevbendiyeke Kurd û Ereban hat avakirin.

Ew hevbendî jî bi navê Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat bû.

“Odeya çalakiyan a Burkan El Furat 3 tecrûbeyên serkfetî derbas kir”

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş ku di salên 2014 û 2015’an de,

Berdevkê Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat bû.

Têkildarî vê yekê Şervan Derwêş nirxandin kirin û got:

“Ode yek ji 3 tecrûbeyên serkeftî yên wê demê bû.

Li kantona Efrînê koalîsyonek di navbera YPG, YPJ, Ceyş El Siwar û Cebhet El Ekrad de çêbû.

Li kantona Cizîrê jî YPG, YPJ, Kombûna Lîwayên Cizîrê, Hêzên Senadîd û Meclisa Leşkerî ya Suryanî koalîsyonek ava kir.′′

Şervan Derweş: Kurd û Ereb roleke mezin di tekbirina DAIŞ’ê de lîstin

Şervan Derweş da zanîn ku li Kobanê koalîsyona Kurd – Ereb roleke mezin di têkbirina DAIŞ’ê de lîstin û wiha berdewam kir.

“Koalîsyonên bi vî rengî tecrûbeyên serkeftî bûn û bûn hêmana sereke ya avakirina QSD’ê.

Li ser daxwaza komên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, (QSD) di 10’ê Cotmeha 2015’an de hat avakirin.”

Şervan Derweş: QSD’e hêviya gelê herêmê ye

Şervan Derweş herî dawî got:

“QSD′ê ku meclisên leşkerî û yekîneyên parastinê yên li herêmê di bin sîwana xwe dike pêngavên rizgarkirina dan despê kirin.

Niha jî ji bo ewlekariya gelê heremê operasyonê ewlehiyê dike û heremê ji DAIŞ’ê paqij dike.

Hemû pêkhatê heremê jî hevi ya xwe û hebûna xwe li gel QSD’ê dibîne.

Ji bo parastina xaka xwe bi hevre di çeperan de têkoşînê didin meşandin.”

Back to top button