Çalakiya greve birçîbûnê ya Er û Dag di roja 46’an de ye

Çalakiya Dag û Er li dijî zextên PDK’ê di roja 46’an de didome ku rewşa tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe.

Di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş pêk hat.

Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan jiyana xwe ji dest dan.

Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin.

Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne.

Li hemberî zexta PDK’ê ya li xwekirina cilên bi yek tîpî û kiryarên xerab, Er û Dag ketin greva birçîbûnê.

Er û dag ev 46 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û dorvegr dene.

Têkildarî rewşa Dag û Er Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê daxkuyaniyek dabû û ev şiyarî kiribû:

“PDK li beramber tenduristî û jiyana Mazlum Dag û Abdurrahman Er de berpirsyarin

Divê pdk dev ji siyaseta tecrîd û daxwazên Tirkiye yên li ser Dag û Er berde.

Divê her kes dijî siyaseta PDK’ê xwedî helwest be.”

KNK: Li mafê herdû ciwanan xwedî derkevin

Back to top button