HPG bîlançoya şer a meha Hezîranê eşkere kir

HPG’ê bîlançoya şer a navbera 1-30’ê Hezîranê eşkere kir.
HPG’ê ragihand ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 45 çalakî kirin.
44 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Di êrîşên dagirkeran de 10 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Hezîranê eşkere kir.

HPG’ê di destpêka daxwiyaniyê de şehîdên komkujiya Sîwasê bi bîr anî.

HPG: Dagirkeran 26 caran bombeyê qedexe bikar anîn

Navendê di daxwiyaniyê got:

“Artêşa Tirk li Bakurê Kurdistanê operasyonên berfireh ên êrîşê pêk anî..

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bênavber ji bejahî û hewayî ve bombebaran kir.

Di Hezîranê de 127 caran bi balafirên şer, 40 caran bi helîkopterên êrîş kir

2148 caran bi obus, tank û çekên giran bombebaran hate kirin.

Li Qadên Berxwedanê 26 caran bombeyên qedexekirî hatin bikaranîn.

Ji bo hilweşandina çeperên me jî bi kepçeyan êrîş kirin.”

HPG: 44 Leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

HPG’ê eşkere kir ku hêzên me li dijî êrîşên dijmin di pozîsyona xweparastinê de bûn..

“Hêzên me di nava meha Hezîranê de 45 çalakî pêk anîn.

Di encama van çalakiyan de kontrayek û 44 dagirker hatin cezakirin.

Wesayiteke bi tîpa Reo, sîstemeke kamera ya mobesse û sîstemeke radarê hat ji nav birin.”

HPG: Ala têkoşînê ya şehîdan wê bi ser bê xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê dawiya daxwiyaniyê ev yek got:

Di êrîşên dagirkeran de 10 gerîla şehîd bûn.

Şehîdên me bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe dan û şehîd bûn .

Em deyndarê şehîdên xwe yên ezîz in.

Rastiya ku di şexsê wan de şênber bû, timî em ê esas ji xwe re bigrin.

Ala têkoşînê ya şehîdan wê teqez bê biserxistin.

Back to top button