Çalakvanên Ranyayê derbarê sedsaliya peymana Lozan axivîn ..
Çalekvanan diyar kir ku tenê bi yekgirtinê kurd dikarin mafên xwe bidest bixin.
Çalakvan Star Resûl derbarê mijarê axivî û got:
“Sed sal di ser vê peymanê re derbas bû ..
Lê mixabin heta niha aliyên siyasî yên Kurd parçe ne .
Divê hemû aliyên siyasî li ser maseya giftûgoyê runin..
Ji bo lozanek din bi serê gelê Kurd neyê yekrêziya gelê Kurd giringe.”
Çalakvan Sîrwan Ehmed jî ji aliyê xwe got:
Divê Kurd xwe ji parçebûn û nakokiyên navxweyî dûr bigrin.
Ji niha û şûnde bi yekdengî daxwaza mafên xwe bikin ..
Ger em ne yekgirtî bin emê rastî lozanek din werin”
Sîrwan Ehmed dawiyê ev yek anî ziman:
“Divê em hemû bi yek dest û yek fikir ji bo mafên netewî têbikoşîn.”