Rêveberiya Xweser: Nêzîkatiya li hember Cîhad Hesen derqanûnî ye û nayê qebûlkirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser derbarê dersînorkirina Cîhad Hesen ji Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û eşkere kir ew ji vê bûyer û helwestê mat man. 

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser derxistina Cîhad Hesen ji Başûrê Kurdistanê şermezar kir û piştrast kir ev kirin dikeve xizmeta dijminê kurdan.

Di daxuyaniyê de bûyer bi kirinekî derqanûnî û dûrî pîvanên mirovahiyê bi nav kir hat gotin:

”Em ji derxistina hevrêyê me Cîhad Hesen ji Başûrê Kurdistanê mat man”.

Daîreya Têkiliyên Derve bang li zanayên Başûrê Kurdistanê kir ku li şûna rageşî û kirinên bê-rewa ku dikevin xizmeta dijmin de xwedî hişmendî bin.

Back to top button