Ji Amerîka û Koreya Başûr alîkariya bo Kîevê

DYA dixwaze ji Koreya Başûr guleyên topan bikire û bişîne Ukraynayê.
Lêbelê, Seûl diyar kir ku danûstandinên li ser cebilxaneyê di çarçoveya karanîna bo Amerîkayê de tê kirin.

Ji dema dagirkirina Rûsyayê ya li ser Ukraynayê di meha Sibatê de, dewletên rojavayî xebatên xwe yên ji bo piştgirîkirina Ukraynayê didomînin.

Nûçeya herî dawî ya Washingtonê ku li ser bingeha rayedarekî Amerîkî ye, ew e ku Amerîka dixwaze ji Koreya Başûr topan bikire û ji Ukraynayê re bişîne.

Lêbelê, Seûl diyar kir ku ew israr dike Amerîka bikarhênerê dawî yê cebilxaneyan be û siyaseta wê ya li ser alîkariya çekên kujer ji Ukraynayê re nehatiye guhertin.

Rayedarê Amerîkî ku nexwest navê xwe eşkere bike, got;

Derbarê danûstandinên dewam de, Washington dixwaze topên 155 mm yên Koreya Başûr bişîne Ukraynayê.

Heman rayedar diyar kir ku diravên Înîsiyatîfa Alîkariya Ewlekariya Ukraynayê (USAI) dikare ji bo kirîna van cebilxaneyan were bikar anîn.

Lê belê nehat zelalkirin ku cebilxaneyên ku hatine kirîn wê ji nava axa Amerîkayê bên şandin yan na.

Lê Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr diyar kir ku helwesta wan a li ser nedayîna çekên kujer ji Ukraynayê re nehatiye guhertin.

Koreya Başûr dixwaze weke ev çek ji bo Amerîka hatine dayîn nîşan bide.

Moskow ji helwesta Seûlê nerazî ye

Koreya Başûr,ku hevalbendê Amerîka ye, hem ji ber sedemên aborî hem jî ji ber bandora ku Moskowa dikare li ser Koreya Bakur bike, naxwaze bi Rûsyayê re were pêşberî hev.

Rojnameya Wall Street Journal ku nûçeya xwe spart berpirsekî Amarîka ku ji peymanê agehdare wiha got:

Li gorî peymanê wê 100 hezar guleyên topên 155 mm wê radestî Ukrayna werin kirin.

Waşîngton hevalbendê herî sereke ye yê Seûlê ye ku li dijî Koreya Bakur 27 hezar leşkerên Amerîka li wî welatî ne.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bang li Koreya Başûr kir ku çekan pêwist peyda bike.

Piştî Serokê Rûsya Vladimir Putin got, dayîna çekên kujer ji bo Kîevê wê têkliyan têk bibe, Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol meha borî ragihandibû ku ew ti çekên kujer nedin Ukraynayê.

Biden wê bi xi Jinping re bicive

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden wê di Lûtkeya G20’ê de bi hempîşeyê xwe yê Çînê Xi Jinping re bicive.

Di daxuyaniya ji aliyê rayedarekî Koşka Spî ve hatî dayîn de wê Biden û Xi li ser şerê navbera Rûsya-Ukrayna û rewşa Koreya Bakur jî bi axivin.

Civîn wê hefteya bê li Endonezyayê bê lidarxistin.

Back to top button