Hevseroka Kampa Koçberên Girê Spî: Hewcedariya koçberên Girê Spî bi alîkariyê heye

Hevseroka Kampa Koçberên Girê Spî Fadiya Şerîf diyarkir ku derveyî Rêveberiya Xweser heta niha ti rêxistinên mirovî ji wan re nebûne alîkar û bang li saziyên navdewletî kir ku ji bo koçberan ji wan re bibin alîkar.

Meclisa Kantona Girê Spî piştî ku Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin bi alîkariya Meclisa Sivîl a Reqayê 22’ê Mijdarê ji bo koçberan li bakûrê Reqayê Kampek bi 500 konî avikir.

Heta niha derveyî Meclisên heremê û Reveberiya Xweser ji bo pêwîstiyên Kampa Koçberên Girê Spî tu rêxistinên mirovî alîkarî nedane.

Hevseroka Kampa Koçberên Girê Spî Fadiya Şerîf jî da xuyakirin ku niha di kampê de 20 malbat hatine bi cih kirin, lê ji ber kêm derfetiya ew gelek zehmetiya dikişînin.

Fadiya Şerîf da zanîn ku niha bi giştî 5 hezar û 459 malbat ji Girê Spî koçberbûne û li dibistan û avahiyên bikêrnehatî de bi cih bûne û got,

“Divê hêzên navdewletî û saziyên alikariya mirovî ji me re alîkar bibin da ku em pêdiviyên van koçberan bi cîh bînin.”

Leave a Reply

Back to top button