Rejîmê bi piştgiriya Rûsyayê du gundên din bi dest xistin

Rejîma Sûrî li Idlîbê bi piştevaniya Rûsyayê operasyonên li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker dewam dike.
Rêjîma Sûrî herêmen din bidest dixe.

Ajansa SANA ya bi ser rejîma Sûrî ragihand ku hêzên rêjîmê di encama şerekî dijwar yê li dijî çeteyên dewleta Tirk de, gundên Dehret Zerzor, Sîr û çewlikên Mişêrfeyê xistin bin kontrola xwe.

Di dîmenên ku ajansa navborî de weşandine, erebeyên leşkerî weke BMB 1 û tankên T 62 m ku rejîmê di şer de bikar anîne, diyar dibin.

Ji aliyê xwe ve Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov jî diyar kir ku di encamê bombebarana rejîmê li ser bajarokê Kefer Nubilê li gundewarê Idlibê, nexweşxaneya Rewdayê ji xismetê derket.

Her wiha Çavdêriyê destnîşan kir ku balafirên şer ên Rûsyayê jî bi bermîlên teqemeniyê, herêmên hezarîn, Mişûn, Kensefra û Fitêra bombebaran kirin.

Leave a Reply

Back to top button