Swîsre-Ş. Zîlan û şehîdên Komkujiya Sêwasê hatin bîranîn

Li 2 bajarên Swîsreyê şehîd Zîlan û şehîdên komkujiya Sêwasê hatin bibîranîn. 

Di bîranîna li bajarê Cenevreyê de bi navê Komeleya Malbatên Şehîdan Riza Çetînkaya axivî.

Riza Çetînkaya diyar kir ku Zîlan li dijî hêzên komploger helwesteke fedaî nîşan da.

Hevserokê CDK’ê ya Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî jî axivî û ev tişt anî ziman:

Komkujiyên heta niha hatine kirin ne dûrî Peymana Lozanê ne.

Çawa ku beriya Peymana Lozanê gelê Ermen hate qirkirin, piştî wê gelên herêmê armanc bûn.

Di serî de Kurd komkujî li dijî Elewiyan, Ermenan, Asûrî-Suryan û Çerkesan hatin kirin.

Sala 100’emîn a Peymana Lozanê nêzîk bûye.

Ji bo sedsaleke din bi komkujiya gelan derbas nebe em ê nedin dubarebûna Peymana Lozanê.

Ji bo wê jî wê 22’ê Tîrmehê li Lozanê meşek bê lidarxistin, em banga tevlibûnê li her kesî dikin.

Bi heman armancê li bajarê Langenthal jî bîranînek hat lidarxistin.

Li wir şehîd hatin bîranîn û sînevîzyon hate nîşandan.

Back to top button