Li Fransayê bertekên li dijî qanûna ewlehiyê

Li Fransayê bi hezaran kes li dijî qanûna ewlekariyê daketin qadan. Kurd jî tevlî çalakiyan bûn.

Li Fransayê li dijî pêşnûmaya qanûna ewlekariya giştî, li gorî sendîkaya SNJ-CGT’ê 200 hezar kes û li gorî Wezareta Karê Navxweyî jî 34 hezar kes daketin qadan.

Polîsan li gelek bajaran duntî li çalakgeran kirin.

Li Parîsê 24 kes, li Lyonê 7 kes û li Nantesê jî 3 kes hatin binçavkirin.

Li Fransayê wê di demeke nêz de qanûneke li dijî mafên mirovan têkeve meriyetê.

Li gorî organîzetorên çalakiyan ne bi tenê kesên sûcdar wê her kes werin qeydkirin.

Li gorî pêşnûmayê kesên dîmenên hêzên ewlekariyê biweşînin wê salekê cezayê girtîgehê û 45 hezar eûro ceza li wan were birîn.

Back to top button