Li parêzgeha Silêmaniyê, ji bo jinan komxebatek bi navê ‘Pêşxistina jêhatiyên jinan û nêrîna berfireh a li pirsgirêkan’ hate lidarxistin.
Di komxebatê de jinên endamên partî û rêxistinan û çalakvanên jin, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê-RJAK’ê jî cih girtin.
Endama Liqa Silêmaniyê ya Rêxistina Zehmetkêşan Zekiye Rehîm derbarê sud û bandora komxebatê de axivî û got:
“Armanca komxebatê perwerdekirina jinan bû ku di warên xwe de berhemdar û pêşeng bin.
Piştî her konferans û civînekê, em wek jin li hember xwe û derdora xwe, bertekan nîşan didin.”
Her wiha Endama Liqa Silêmaniyê ya Rêxistinê Nermîn jî qala rewşa heyî ya jinan kir û wiha axivî:
“Piştî her komxebat û semînerekê li ser pirsgirêkên jinan, em dikarin bi hemahengî li ser pirsgirêkên jinan kar bikin.”
Piştî berdewambûna du rojan a komxebatê, herî dawî bawername li ser jinên beşdarî komxebatê bûyîn hate belavkirin.
Pêşangeheke Wêneyan ji bo 68 wênekêşan her çar parçeyan hate vekirin