Heyva Sor a Kurd pêngava ” Tendirustiya we ji me re girînge” destpê kir
June 14, 2021
48
Heyva Sor a Kurd pêngavek di bin navê ” Tenduristiya we ji me re girîng e ” li herêma Qamişlo destpê kir. Li gorî bijîşkên ku di nava pêngavê de cihê xwe digrin, wê pêngava wan heftiyekê li nava gundên bajarê Qamişlo, Dêrik û navçeya Til Hemîsê dewam bike. Armanca vê pêngavê jî ew e ku alîkariya şêniyên li gundên ku bê navendên tendirustiyê ne, bikin.