Jinan li dijî qanûna înfazê dest bi çalakiyan kirin

Jinan derbarê erêkirina qanûna înfazê de li ser hesabên medyaya civakî dest bi çalakiya, “Piştî Înfazê Jin di Metirsiyê de ne” kirin.

Di rojên derbasbûyî de li Desteya Giştî ya Meclîsê qanûna înfazê bi raya wekîlên AKP û MHP’ê hate pejirandin.

Bi erêkirina qanûnê re, dest bi berdana nêzî 51 hezar girtî hat kirin.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê li ser hesabê Twîtter, bi Heştaga “Piştî înfazê Jin di Metirsiyê dene” dest bi çalakiyekê kir, gelek jin piştgirî dan vê çalakiyê.

Bertekên jinan li ser torên civakî bi vî rengî bûn.

Piştî înfazê jin di metirsiyê de ne, çima ji bo parastina jinan daxuyaniyek nayê dayîn? Emê bi hev re qanûna infazê bugherînin.

Back to top button