Dayîka 2 zarokan li Wanê hat kuştin

Di pêvajoya vîrûsa Korona de, roj derbas nabe û li Tirkiyê jinek neyê kuştin. Herî dawî li Wanê Neşe Altun, dayika 2 zarokan, hat kuştin.

Neşe Altuna 25 salî, dayîka 2 zarokan ku di heman demê de ducanî bû li mala xwe ya li Wanê hate kuştin.

Neşe ya ku bi giranî birîndar bûyî rakirin nexweşxaneyê, tevî hewldanên bijîşkan jiyana xwe ji dest da.

Hate diyar-kirin ku Neşe ji stûyê xwe ve gule xwariye û hatiye kuştin.

Cenazeyê Neşe Altun bi erebeya şaredariyê birin goristana Wanê û veşartin.

Hat ragihand ku di merasîma oxirkirina Neşe de tu kes ji malbata wê ne-amade bû.

Her wiha heta niha kujerê wê nehatiye girtin.

Neşe Altun beriya vê bi demekê ji girtîgehê hatibû berdan, li gel 2 zarokên xwe dijiya û ducanî bû.

Back to top button